Karbidestên payabilind yên Tirkîyê îro Pêncşemê serdana Sûrîyê dikin.
Di şandeya Tirkîyê de Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Berevanî Yaşar Guler û Serokê Sazîya Îstixbarata Neteweyî Îbrahîm Kalin hene.
Serdana karbidestên Tirk di vê demê de ye ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û rêvebirîya demkî ya Sûrîyê lihevkirineke nû îmza kiriye.
Tirkîye, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya pêşengîya wek baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ya Sûrîyê dibîne û dixwaze ew çekan berde.
Li gor lihevkirinê sazîyên sîvîl û leşkerî yên di bin kontrola HSD’ê de wê jibo dewletê werin entegre kirin.
Çaverê ye karbidestên Tirk bi hevtayên xwe û bi Serokê Sûrîyê Ahmed Şara re bicivin.
Jêder: Ajansa Anadolu