Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Jiber Qanûna Jenosîdê Fransayê bi Tundî Rexne Dike


Bizavkarên xort yên Ermenî li pêş Balyozxaneya Fransayê ya li Yerevanê kom dibin û spasdarîyên xwe pêşkêşî Parlamentoya Fransî dikin.
Bizavkarên xort yên Ermenî li pêş Balyozxaneya Fransayê ya li Yerevanê kom dibin û spasdarîyên xwe pêşkêşî Parlamentoya Fransî dikin.

Tirkîyê biryara Senatoya Fransî rexne kir ku înkarkirina jenosîda Ermenîyan ji alîyê Tirkan ve, wekî sûc qebûl dike. Tirkîyê got, ew pêşnîyareke nîjadprerest e ku ferq û cudahî dixe nav hemwelatîyan.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemê got, pêşnîyara ku Senatoya Fransî pejirand, bê qiymet e. Wî, her wiha soza danana ceza û toleyên nû li hember Fransayê da. Birêz Erdogan zelal nekir ku toleyên nû yên aborî çi bin, lê wî got, hikûmeta wî dê li gorî şert û mercan biryarên xwe bide.

Wezîrê Derve yê Fransî Alain Juppe got, qanûna nû ya Duşemê ku ji alîyê Senatoyê ve hate pejirandin, di demeke xirab de hat. Wî bang li Enqereyê kir ku aram be û bal kişand ser têkîlîyên aborî û sîyasî yên her du welatan.

Wezîrê Derve yê Fransî Juppe got, ew bi hêvî ye ku peywendîyên navbêra Fransayê û Tirkîyê jinûve vegerin asteke erênî û avakêr.

Ermenî dibêjin, Tirkên Osmanî di encama sîyaseteke sîstematîk de dora mîlyon û nîvek Ermenî, berî û dema Şerê Cîhanî yê Yekê kuştin. Lê, Tirkîye tawana jenosîde înkar dike.

XS
SM
MD
LG