Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Liv Û Tevgera Xwe ya Leşkerî li Herêma Kurdistanê Zêde Dike


Hevdem li gel êrîşên Tirkiyê bo ser Kurdên Sûriyê, Tirkiyê çavê xwe berdaye ser Herêma Kurdistanê û liv û tevgera xwe xort kirîye.

Roja 15î Cotmehê du berpirsên Partîya Karkerên Kurdistan PKK ê li çiyayê Ezmer yê li kêleka bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Îraqê ji aliyê firokên bê firokevan yên Tirkiyê ve armanc hatin girtin û her du kadiroyên PKKê di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan.

Piştî borîna hefteyekê, ku bûyer nethatbû eşkere kirin roja Sêşemê 22î vê mehê Asayîşa Herêma Kurdistanê û aliyê Partîya Karkerên Kurdistan PKKê kuştina her du berpirsan yên bi navê Demhat Egîd û Cemîl Amediyan ragihandin.

Cawîdan Kemal nûnerê Rêveberîya Xweser li Herêma Kurdistana Îraqê gote Dengê Amerîka VOA"Bi armancgirtina her du berpirsên PKKê li çiyayê Ezmer ne tenê tawaneke, belkî serwerîya axa Îraqê hatîye binpêkirin û di nava avedaniyê û di nava civakê de armanc hatine girtin".

Cawîdan dîsan dibêje"MÎT"ê hejmarek zêde ya sîxoran belav kirîye, bi rêya sîxoran autombîla Demhat Egîd bo firokê hatîye destnîşan kirin".

Di daxûyaniya Asayîşa Herêma Kurdistanê de hatîye eşkere kirin ku herdu berpirsên PKKê bûne armanca firokên Tirkiyê, PKKê jî di daxûyaniyekê de ragihandî ye ku sedema çûna herdu berpirsên PKKê bo Silêmaniyê bi armanca tendirûstiyê bû, û daxwaza lêkolînan derbarê bûyerê dike.

Şeva derbazbûyî, hin firoke li ser kampa Mexmûr hatin û çûne ku hin endamên PKKê di wê kampê de hene, goman hene ku ew firoke yên Tirkîya bin, ev jî bûye cihê metirsîya berpirsên Herêma Kurdistanê ku kamp armanc bihê girtin.

Cawîdan Kemal jî piştrast dike ku kampa Mexmûrî çendîn caran bûye armanca "Firokên Tirkîyê û ew kamp bombebaran kirîye".

Hevdem li gel tevgerên leşkerî û ewlehiyê yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, Tirkiyê çavê wê li ser Kerkukê ye, li gor gotinên berpirsan Tirkîyê nêzî 600 kesên Turkman bi çek kirine.

Azad Cebarî serokê Komîta ewlekarîya encûmena parêzgeha Kerkukê gote Dengê Amerîka "mawê salekê ye Tirkîye meşxûlî biçek kirina xortên Turkman e li Kerkukê û hejmarek bo rahênan kirinê birine Tirkiyê".

Cebarî herwiha dibêje"renge Tuirkiye wan çekdarên Tirkman bo demên awarte û tengavîyan bikar bîne û wan amade dike, lê zêdebarê vê jî Tirkiye nikare hêzan bîne sinorên Kerkukê, jiber ku Îraq xwediya serweriyê ye û Kerkuk jî ji sinorê Tirkiyê dûre.

Derbarê vê mijarê Dengê Amerîka xwest nêrîna Enîya Turkmenan bizane, lê amade nebûn bersivê bidin.

Nazim Kehîye ku berpirsê partîya Turkmena ye û nêzî Kurda ye, ew dibêje, amadekirin û dirûskirina hêzên çekdarî yên Turkmenan ji aliyê Tirkiyê ve ne tiştek nûye, ew tiştek kevine û hêzeka weha yegirtî û bihêz nîne belkî ew lawaz in.

Kehîye zelal dike ku çekdarên Tirkman ji aliyê Tirkiyê ve tên fînanse kirin û mehaneya her çekdarekî 500 Doalrên Amerîkîne û got"Li Taze Xormatu: 40 -50 çekdar hene, li Çerdaxlo: 25 çekdar û li Çîçelan: 75 – 100 çekdar hene.

Tirs li herêmê heye ku piştî dest biserdagirtina herêmên Kurdan li Sûriyê (Rojava) di qunaxa dahatî de, Trikîye senaryoyê firehtir bike û derbarê mesela Qendîl û kampa Mexmûrê zextên xwe li ser Herêma Kurdsitanê û Bexda zêde bike.

Raporta Dilşad Anwer 22 10 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:50 0:00


XS
SM
MD
LG