Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Tirk: Me 230 Çalakiyên Şervanên Kurd Pêşwext Têkbirin


Cîgirê serok hikûmetê Tirkiyê ji Enqere da xuyakirin ku dewleta Tirk di navbera 15 tebaxê heta meha Îlonê nêzîkî 230 çalakiyên şervanên kurd berî bi encam bibin hatin jinav birin, di nava van çalakiyan de hewildanên xwekujî hebûn.

Piştî civîna wezîran ya roja çarşemê bidawî hatî cîgirê serok hikûmet Nurettin Canikli derket pêşberî rojnamevanan û got, hêzên ewlekariyê û saziyên îstîxbaratê şiyane heta 230 çalakiyên şervanên kurd asteng bikin, berî ew çalakî bihên encam dan.

Canikli dibêje di nava çalakiyan de 155 hewildanên êrîşên bombeyî bûn, ji wana 39 hewildanên Otombîlên bombekirî bûn.

Herweha Canikli dibêje ji encama van çalakiyan 24 kes hatin girtin yên dihatin gomankirin ku wan dê çalakî pêkanî ban, ev hewildan di navbera 15 Tebaxê heta destpêka meha Îlonê bûn.

Bingehên polîsan û yên hêzên ewlekariya Tirk gelek caran rastî êrîşên Otombîlên bombekirî hatiye û karbidestên Tirkiyê her carê şervanên kurd yên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) berpirs ji van çalakiyan dîtin e.

Wek tê zanîn rewşa hesas ya aştiyê ya di navbera dewleta Tirk û şervanên kurd de hebû, ya ku ev saleke hatiye rawestandin, şer û pevçûn li herêmê serdestin.

XS
SM
MD
LG