Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Operasyona Tirkiyê Rewşa Qamîşlo Çawa Ye?


Sîhanok Dîbo, Endemaê Desteya MSDê
Sîhanok Dîbo, Endemaê Desteya MSDê

Ji roja Çarşemê operasyona ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê leşkerên Tirki û grubên çekdar yên opozisyona Sûrî ku Tirkîye piştevaniya wan dike hatîye destpêkirin.

Operasyon li gurî çavkaniyên herêmî û yên Netewên yekbûyî heta niha 100 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûne û dehan kesên sivîl birîndar bûne û hatine kuştin.

Doh Pênşemê Civita ewlekarîya civîneke taybet derbarê rewşa Sûriyê û êrîşên vê dawiyê yên Tirkîyê hat encam dan, civînê daxwaz ji Tirkiyê kirk u operasyona xwe rawestîne.

Endamê Desteya Rêbeber ya Meclîsa Sûriya democrat MSDê Sîhanok Dîbo di hevpeyîna li gel Dengê Amerîka de got "Mixabin li pêş çavên donyayê ewqas komkujî çê dibin, ewqas koçberî çê dibin încax tê bîra wan ku gelo ev bû encama ki HSDê 11 hezar şehîd û 25 hezar birîndar me dan ji bona her kesî ji bona civaka navnetewî, parastina civaka rojhilata navîn, ji bo parastina me weke pêkhateyên resen hem li rojava bê hem li Sûriyê lê îro Amerîka û Rûsya li dij biryara ku operasyona Tirkiyê were sekinandin, ev pir zehmete, ev ne exlaqîye".

Sîhanok Dîbo herwiha dibêje, berê 5 milyon kesan ji pêkatyên Ereb, Kurd, Kristiyan dê koçber bibin.

Sîhanok Dibo
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:55 0:00


XS
SM
MD
LG