Breaking News

Bi Drûşmeya 'Tirkîye Xwe Nû Dike' Yenî Partî Civîna Damezrandinê li Enqerê Çê Dike

Ozgur Ozel lîderê Yeni Party (New Party) di dema civîna damezrandinê de li Enqerê 14ê Mijdarê 2026an
Ozgur Ozel lîderê Yeni Party (New Party) di dema civîna damezrandinê de li Enqerê 14ê Mijdarê 2026an

Yenî Partî civîna xwe ya asayî ya damezrandinê îro Şemîyê û sibê Yekşemê li Enqere ya paytexta Tirkîyê li dar dixe.

Civîna bi slogana ‘’Tirkîye Xwe Nû Dike’’ tê destpêkirin û di civînê de dê serokê giştî, meclîsa partîyê û lijneya bilind ya dîsîplînê werin dîyarkirin.

Ozgur Ozel di civîna avakirinê de tekane namzedê seroktîya giştî ye.
Ozel dema dest bi axaftina xwe kir, got ew li salonê wan kesan dibîne yên ku têkçûnê qebûl nakin û teslîm nabin.

Piştî axaftina destpêkê Murat Karayalçin yê ku berê cîgirîya serokwezîrê Tirkîyê kiriye, bi yekdengî bo seroktîya dîwanê hat hilbijartin.

Di civînê de Ekrem Îmamogluyê di girtîgehê de ye wek namzedê serokomarîyê hat ragihandin û peyama wî bi teknolojîya Jîrîya Çêkirî hat xwendin.

Civîna giştî ya Yenî Partî li Enqerê 14ê Mijdarê , 2026, Lîderê partiyê Ozgur Ozel gotarekê pêşkeş dike
Civîna giştî ya Yenî Partî li Enqerê 14ê Mijdarê , 2026, Lîderê partiyê Ozgur Ozel gotarekê pêşkeş dike

Yenî Partî piştî Ozel ji rêvebirîya Partîya Gel ya Komarî (CHP) hat dûr xistin mehên havînê bi beşdarîya 90 parlemanteran partîyek nû ava kir.

Li parlemanê ji koma 600 kursîyan, di destê CHP’ê de 44 kursî mane û Yenî Part 90 kursî hene û niha li hember Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya bi 281 kursî opozîsyona serekî ye.

Di destê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) de, ku partîyeke pro-Kurd tê hejmartin, 56 kursî hene.

Partîya Tevgera Neteweparêz (MHP) ya bi Tifaqa Komarî hevbenda AKP ye 46 kursî hene.

Avabûna Yenî Partîyê li vê demê rast tê ku di rojeva Tirkîyê de prosesa aştîyê û çekberdana Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) heye.

Çaverê ye Tirkîye bo hilbijartinan bihara 2028’an here ser sindoqan.

XS
SM
MD
LG