Breaking News

Li Tirkîyê Binçavkirina Hiqûqnas û Siyasetvanan Dom Dike

Arşîv: Êrîşa Polîsên Tirkîyê li herêmên Kurdî li Tirkîyê (Wan)
Arşîv: Êrîşa Polîsên Tirkîyê li herêmên Kurdî li Tirkîyê (Wan)

Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ya Tirkîyê ragihand ku îro Sêşemê danê sibê girtine ser malên jimareke endamên wan.

ÇHD’ê dîyar kir ku li wan malan dest danîne ser materyalên dîjîtal.

Li gor ragihandina Şaxê Îzmîrê yê ÇHD’ê 6 endamên wan hatine desteserkirin.

Wê şaxê bi daxuyanîyekê nivîskî de dîyar kir ku operasyon dijî muxalefeta civakî li dar ketine.

Di heman demê de îro Sêşemê, hejmarek siyasetvanên HEVBENDÎ’yê li Amed (Diyarbekirê) û bajarên din hatin binçavkirin. Her wiha, li dijî kanala televîzyonê ya Sözcü TV operasyon hate kirin û hikûmetê Qayum li ser kanalê û malpera wê wezîfedar kir.

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) li hember wan girtin û binçavkirinan bertek nîşa dan.

DEM Partî ji X’ê got ku ew "kiryarên antîdemokratîk yên dijî sîyasetvan û hiqûqnasan qebûl nakin."

DEM Partîyê dîyar kir ku ew demek e li Tirkîyê herkes serê sibê bi nûçeyên ser desteserkirin û operasyonan şîyar dibe.

Ev operasyon û binçavkirin di demekê de pêk tên ku li Tirkiyeyê prosesa bi navê “Tirkiyeya Bêteror” didome. Kurd û saziyên demokratîk li Tirkîyê weke pêvajoya aştiyê binav dikin.

XS
SM
MD
LG