Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Tirkîyê Derbazî Axa Îraqê Bûn


Leşkerên Tirkîyê Derbazî Axa Îraqê Bûn
Leşkerên Tirkîyê Derbazî Axa Îraqê Bûn

Nêzîkî 10,000 leşkerê Tirkîyê pêşkdarin di êrîşekê de dijî serhildayên Kurd li başûra rojhilata Tirkîye û bakura Îraqê, ew jî rojekê piştî êrîşên serhildayan li tixûbî ku 24 serbazên Tirk kuştin û 18 yên din birîndar kirin.

Di ragihandinekê de li ser malpera xwe roja Pêncşembî, leşkerê Tirkîye got operasyoneka mezin ya erdî bi piştevaniya frokan li pênc deverên cuda li Tirkîye û bakura Îraqê destpêkir ye. Raport dibêje 22 batalyon pêşdarî operasyonê ne û helîkopterên şerker piştevaniya wan dikin. Eve mezintrîn operasyona leşkerî ya Tirkîyê ye dijî serhildayan ewey meha du Şibata sala 2008 ê. Hêşta nediyare ka çend serbazên Tirkîyê di nav axa Îraqê da ne.

Di ragehandinekê de, hikûmeta Îraqê êrîşên serhildayan tawanbar kirin û soz da ku digel Ankara kar biket ku êrîşên weha li paşerojê dubare nebin.

Partiya Karkarên Kurdistanê, PKK, roja Çarşembî, berpirsyarya xwe bo wan êrîşan diyar kir.

XS
SM
MD
LG