Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çarenivîsa Tirkiyê di NATO de Piştî Wergirtina Sîstema S-400


Şirovekar Fuat Onen u Mehmet Alkiş
Şirovekar Fuat Onen u Mehmet Alkiş

Wezîrê berevnaiya Amerîka yê Karbirêveber Patrick Shanahan, berî hefteyekê namek ji hevpîşeyê xwe yê Tirk re şand bû di namê de roja 31î Tîrmehê weke dema herî dawî ya vegerîna ji wergirtina sîstema S-400 bo Tirkiyê destnîşan kir bû.

Bi rêya telefonê Wezîrê Berevaniya Tirkîyê Hulusi Akar roja Pêncşemê li gel Shanhan axiftin kir û hişyarîya Amerîka û dema destnîşankrîrî bo vegerîna ji kirîna sîstema S-400 weke meselek "neguncayî" anî bû ziman û got, ev tevgerîna Amerîka "ne li ser rêya giyanê hevalbendîya NATO'ê dimeşe".

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşuglo, derbarê nameya Amerîka got, "kes nikare hişyariyê bide Tirkiyê", herwiha got, NATO nikare Tirkiyê biparêze ûeger Amerîka sizayên nû lêi ser Tikiyê ferz bike ewê bersivê bidin.

Berî du rojan jî, Serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan di axiftineke partiya AKPê de got bû, mesela wergirtina sîstema S-400 qedîya ye û dê veger ji kirîna û wergirtina sîstema S-400 nebe.

Li gor girjîya di navbera her du hevpeymanên NATO yê de, eger weha berdewam bike dê têkiliyên du welatan, çi çarenivîsek hebe? Dema Tikiye sîstema S-400 werbigire dê ciyê Tikiyê di NATO de li ko derê be?

Tirkiye çewan dikare xwe ji nava her du beraşên Amerîka û Rûsya rizgar bike?

Ev pirs û mijar dê di bernama "Hello Washington"de, bi mêhvana re hat gotûbêj kirin, mêhvanên bernamê her du şirovekarên siyasî ji Amedê ,berêz Fûad Onen û berêz Mihemed Alkiş.

Hello Washington 14 06 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:33:06 0:00

XS
SM
MD
LG