Jêderên agahdar radigihînin ku Tirkîye ji Cotmehê vir ve, rê li ber hevkarîya NATO û Îsraîlê digire û dîyar dike ku heta ku dawî li pevçûnên li Gaza tên divê bi wê dewletê re ti hevkarî çênebe.
Îsraîl wek hevbendeke NATO ye û wê dewletê bi wê hevpeymanîya leşkerî û Amerîka re peywendîyên xwe pêşve birine.
Berî Hamas 7’ê Cotmehê êrîşan bibe ser başûrê Îsraîlê û ew dewlet jî operasyonan bibe ser Gaza, Tirkîyê hewil dida ku peywendîyên xwe yên bi Îsraîlê re baş bike ku danûstandinên her du dewletan ji mêj ve di girjîyê de bûn.
Enqere ji wê demê vir ve operasyonên Gaza bi tundî rexne dike û ser wan dibêje ku ew "jenosîd" e.
Di mehên borî de Enqerê bazirganîya dualî ya bi Tel Avîvê re rawistand.
Karbidestên Enqerê gelek hevbendên xwe yên Rojavayî ser piştgirîya jibo Îsraîlê rexne dikin.
Jêderên ku nexwestine navên wan eşkere bibin, dîyar dikin ku Tirkîye ji meha Cotmehê vir ve civîn û hîndarî jî di nav de hemî angajmanên NATO red dike.
Ew jêder dîyar dikin ku Tirkîye dibêje Îsraîl li Gaza dijî Filîstînîyan komkujîyan dike ku kiryarên wê dijî prensîbên avabûna NATO ne.
Vekolîneke Neteweyên Yekbûyî (NY) ya serê Hezîranê nîşan da ku hem Îsraîlê û hem jî Hamasê di demên pêşî yên şerê Gaza de tawanên cengê kirine.
Di vekolînê de hat gotin ku jiber hejmara mezin ya sîvîlên kuştî kiryarên Îsraîlê sûcên dijî mirovahîyê ne.
Îsraîl vê yekê red dike û dibêje ku operasyona wê ya li Gaza, ku di encamê de bi qasî 40,000 kes hatine kuştin, jibo pûçkirina Hamasê ye.
Jêder dibêjin ku ewê Tirkîye helwesta xwe ya dijî Îsraîlê bidomîne û heta dawî li pevçûnên li Gaza tên ewê rê nede NATO ku peywendîyên xwe yên bi Îsraîlê re bidomîne yan pêşve bibe.
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan meha Tîrmehê piştî hilcivîna NATO ya li Washingtonê gotibû ku ne pêkan e ku hevpeymanîya wan ya leşkerî bi rêvebirîya Îsraîlê re hevkarîyê bidomîne.
Erdogan serê vê hefteyê gotibû çawa ku ew di salên borî de ketine Lîbya û Nagorno-Qarabaxê ew dikarin Îsraîlê kevin û li ser vê wezîrê derve yê wî welatî bang li NATO kiribû ku Tirkîyê ji hevpeymanîyê derxe.