Balyozê Amerîkayê li NATO'ê Matthew Whitaker, îro Duşeme ragihand ku Civîna Bilind ya NATO'ê wê di 7ê meha Tîrmehê de li Enqerê dest pê bike.
Whitaker li ser platforma X’ê diyar kir ku civîna bilind a li Eqereyê civîneke li ser pabendbûna sala borî ya mezaxitinên bervenîyê bo 5% ya welatên NATO'ê li gor daxwaza serok Trump.
Balyozê Amerîkayê li NATO'ê, got ku Tirkiye dê lûtkeyek serkeftî pêk bîne, ku dê pêşeroj û pêşveçûna hevpeymaniyê biafrîne û pêdiviya me ya ewlehiyê ya hevbeş di demek krîtîk a dîroka me de pêşve bibe.
Ji aliyê xwe ve cîgira Sekreterê Giştî yê NATO'ê Radmila Shekerinska îro Duşemê got ku lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê dê bibe kêliyek girîng ji bo bicîanîna sozên parastinê bo şiyanên leşkerî yên amade û xurtkirina piştgiriya ji bo Ukraynayê.
Shekerinska li hemberî Civata Giştî ya Encûmena Parlamenter a NATO'ê li paytexta Lîtvanyayê, Vilnius, hişyarî da li ser pirsgirêkên din ên ewlehiyê yên ku NATO pê re rû bi rû ye, û Îran wekî gefek ji ber bernameya wê yên navokî û mûşekan, û her weha hewldanên wê yên bandorkirina aboriya cîhanî bi girtina Tengava Hormuzê destnîşan kir.
Hejî gotinêye Serokê Amerîkayê Donald Trump li meha Nisanê rexne li NATO'yê kirin û ragihand ku "Ew ji dil hizra vekişandina Amerîkayê ji hevpeymanîya NATO'ê dike," piştî ku hevalbendan piştgirî nedan kiryarên leşkerî yên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê.
Trump di hevpeyvînekê de ligel rojnameya The Daily Telegraph a Brîtanî, NATO wekî "Pilingê ji kaxezê" binav kirbû.
Tê zanîn ku Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth di hefteya borî de rexneyên nû li hevalbendên Washingtonê yên endam di NATO de û wealtên Ewrupayê kir û hişyarî dabû welatên ku lêçûnên xwe yên berevaniyê ji bo NATO'ê zêde nekin, dibe ku Amerîka tedbîrên taybet bistîne.