Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyaniya Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka li Ser Êrîşên Tirkiyê Û PKK'ê li Îraqê


Peyvdarê wezareta derve ya Amerîka di daxuyaniya roja Çarşemê de, xembariya xwe bo her zirarek giyanî ya xelkê bêtawan diyar dike û dibêje, Amerîka agihdare ji ne rihetîya hikûmeta Îraqê ya êrîşên Tirkiyê û nêrîna xwe dubare dikîn ku operasyonên leşkerî yên Tirkiyê rêzê li serweriya Îraqê bigire.

Jibo derbaz kirina di berçavan re ya rewşa aloz ya taybet li bakurê Îraqê, giringe Tirkiye û hemû hevparên di nava hevpeymaniya li dij DAIŞê ji nêz ve havkariyê bikin û di heman demê da em bi hev re kar bikîn fişaran li ser DAIŞê pêk bînîn, û di heman demê da, aliyên beşdar di hevpeymaniya di şerê li dij DAIŞê da dil rihet bikîn.

Em nerihetiya Tirkiyê ya derbarê êrîşên PKKê bo ser welatê wan fam dikîn, daxwazê ji Tirkiyê dikîn ku di hevkariyek hevbeş da be li gel Îraqê, bi şêwekî ku serweriya Îraqê bihê piştevanî kirin.

Amerîka daxwazê ji Tirkiye û Îraq û tevî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ku bi hev re kar bikin jibo nehiştina PKKê. Amerîka amadeye rê xweş bike û hevkariyê bike jibo piştevaniya vê mijarê, jiber ku hêjî baweriya me ewe tenê bi rêya hevkariyê çareseriyên aştiyê yên maynide tên dîtin.

Li dawiyê deverên Şengalê, pêdivîye bi temamî bikevin jêr kontrola tam ya hikûmeta Federal û li jêr kontrola hêzên wê yên ewlekariyê be, bi hevkariya li gel hikûmeta herêma Kurdistanê, da ku PKK û milîtan û grûbên din li wê herêmê nikar bin ajendeya xwe pêk bibin. Ev alozî û nebûna ewlehiyê dike ku sed hezaran qurbaniyên cenosîda li ser destê DAIŞê nikar bin vegerin ser mal û warên xwe.

XS
SM
MD
LG