Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurtulmuş ji bo “Qanûna Çarçoveyî” ya Pêvajoya Çareserîyê Dem Diyar Kir

Serokê Parlamena Tirkîyê Numan Kurtulmuş
Serokê Parlamena Tirkîyê Numan Kurtulmuş

Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş îro Çarşemê ragihand ku ‘qanûna peyvojoyê’, divê berîya ku Parleman dest bi betlaneya havînê bike, were pejirandin, ya ku armanc dike jibo pêvajoya aştîyê ya nû ya Kurdan li Tirkîyê çarçoveyeke qanûnî biafirîne.

"Em hêvî dikin û dixwazin ku berîya ku Parleman bikeve serdama betlaneya xwe ew (qanûna çarçoveyî ) bibe qanûn," wî îro di preskonferansekê de got.

Kurtulmuş roja Sêşemê bi nûnerên MHP, DEM Partî, koma Rêya Nû û CHP re û îro jî bi serokê ÎYÎ Partî û rêvebirîya parlemanî ya AKP’ê re ser xebat û naveroka derxistine qanûna çerçoveyî civînên cuda cuda pêk anî.

Serokê Parlemanê dîyar kir ku qanûna pêvajoyê dikare hefteya bê were komîsyonê, û her wiha wî di derbarê qanûna çarçoveyî de hin hûrgilî jî ragihand.

Wi anî ziman ku Tirkîye ji heyameke girîng derbaz dibe re derbas dibe û wî Komîsyona Parlamentoyê ya jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye damezrandin, amade kiribû bi bîr xist.

"Komîsyonê 21 civînên dirêj dar xist û ji beşên cuda yên civaka Tirkîyê guhdarîya bi sedan kesan kir. Di encama şêwir û danûstandinan de, raporek hevbeş ya pir girîng amade kir. Ev rapor di bingeh de jibo me di pêvajoya siberojê de wekî nexşerêyek û rêbernameyeke xizmet dike. Bi hevbîrbûna hemû partîyên me raporek hat çêkirin û jibo Tirkîyê bû nexşerêyek,” wî got.

Kurtulmuş, destnîşan kir ku ev qanûn wê qanûnek demkî û serbixwe be û got ku “divê di vê qanûnê de tespît û piştrastkirina ku rêxistinê (PKK) çekên xwe danîne cîh bigire.”

" Divê ew qanûn bi ti rengî nebe lêborînek giştî yan jî lêborînek jibo kesayetîyan," wî got.

Kurtulmuş bal kişand ku divê qanûn bi awayekî guncaw û berfireh were rojevê parlamene, ku endamên PKK’ê bikaribin çekên xwe deynin, vegerin Tirkîyê û di mehên havînê de dawî li çalakîyên xwe yên çekdarî bînin.

Wî bi berdewamî rave kir ku di hevdîtinên wî yên bi hemû partiyên siyasî re, ser naveroka qanûna hevbîrbûnek derketîye holê.

Di vê çarçoveyê de, Kurtulmuş, ji partîyên sîyasî xwest ku karên tekildar bilezînin û got, "Em hêvî û daxwaz dikin ku ev qanûn berîya ku Meclîs bikeve betlaneyê were pejirandin û jibo Tirkîyê derîyên serdemeke nû veke," wî got.

Daxuyanîyên Kurtulmuş nîşan didin ku, parlemana Tirkîyê ku bi gelemperî di 1ê Tîrmehê de diket betlaneyê, piştî biryareke nû xebatên xwe yên qanûndanînê bidomîne da ku qanûnwere pêş partîyên siyasî, nîqaşên fermî temam kirin û pître bi denganekî were pejirandin.

Medya Tirkîyê radihîne ku pêşnibîsa qanûnê di nava çend rojan de were pêşkêş kirinê parlemanê kirin, her çend belgeya wê ya dawî hîn ji bi raya giştî re nehatiye parve kirin.


This item is part of
XS
SM
MD
LG