Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sazîya Tiba Edlî "ATK" li Tirkiyê Biryarên Sîyasî Bo Girtîyên Nexweş Dide


Hatîce Onaran, endama Komîsyona Zindanan ya Komala Mafên Mirovan (ÎHD)ê.
Hatîce Onaran, endama Komîsyona Zindanan ya Komala Mafên Mirovan (ÎHD)ê.

Di zindanên Tirkîyê de nêzîki 1200 girtiyên nexweş hene. Ji van girtîyan rewşa 400’an giran e.

Di zindanên Tirkîyê de binpêkirinên mafan, şertên mirovahî û hêjmara zêde rastî gelek nîqaşan têne.

Parazvanên mafên mirovan dibêjin, hejmareke mezin a girtiyên nexweş rewşa wan giran e, û jîyana wan di metirsiyê de ye. Û herwiha bertek nîşanî bêdengîya hikûmetê didin.

Li gor qanûnên Tirkiyê cezayên girtîyan jiber nexweşiyên giran dibe ku paşve were hiştin.

Lê, paşve hiştina van cezayan di sala 2013'an bi şerta “Jibo ewlehîya civakê divê tehlûke nebe” hat xwestin. Ev ji bû sedama gelek girtîyên nexweş di girtîgehan de bimîne û hin ji van girtîyan mirin.

Endama Komîsyona Zindanan ya Komala Mafên Mirovan (ÎHD) Hatîce Onaran, rewşa girtiyên nexweş jibo Dengê Amerîka nirxand.

“Li zindanên Tirkîyê nêzîkî 1,200 girtîyên nexweş hene. 400 ji van rewşa wan giran e. nexweşîya dil, nexweşîya şekir, û nexweşîyên penceşêrê re, rû bi rû ne.Herwiha mirovên temenê wan 65 salî derbaz kirî û nexweş hene. Em hem wekî mirovahî dixwazin girtîyên nexweş werin berdan hem jî em dixwazin hiqûq were bi kar anîn. Jiber ku li gor qaûnên Tirkîyê dibêje girtîyên nexweş yên nikarin li xwe binêrin divê werin berdan”

Onaran bal dikişîne li ser raporên girtîyan û dibêje raporên berîya zindanê hatin standî nayên qebûl kirin

“Sazîya Tiba Edlî (ATK) biryara herî dawî jibo girtîyên nexweş dide. Û raporên ATKê tê qebûl kirin. Lê ATK jî biryarên sîyasî dide. Ev du salên biryarek erênî nedaye. Jibo rewşa girtîyan dozger biryarê dide. Û ev jî dide nîşan ku biryarên têne dayîn sîyasî ne”

Onaran dibêje, bijîşk heta leşkaran û heta xebatkarên zindanan bi nêrîna sîyasî nêzîkî girtîyan nexweş dibin.

Raporta Mem Botanî, Stenbol 07.02.2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:22 0:00

XS
SM
MD
LG