Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Beşar Esed Terorîste Û Danûstendina bi Wî re Qet Nabe


Serokê Sûdanê Omar al-Bashir Û Serokê Tirkiyê Tayyip Erdogan li Firîngeha Xartûm.

Hat Nû kirin: Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, berî serdeana xwe ya Tûnisê bidawî got, Beşar Esed "terorîst"e û danûstendin bi wî re ne mûmkine.

Erdogan, ev axiftin di dema Konferansa Rojnaevanî ya hevbeş de, ya ligel Serokomarê Tûnisê -Bajî Qaid Sebssî kirin.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di seredana xwe ya 4 rojî de bo welatên Bakûrê Afrîqa roja Çarşemê li Tûnisê bû, ji wir geşta xwe bo hin welatên li wê herêmê bidawî anî.

Erdogan di seredana xwe ya Tûnisê de tekez liser têkiliyên abûrî kir, ew ligel serokomarê Tûnisê Al-Bajî Qaid Sebssî civîn encam dan, Erdogan dê ligel serok hikûmeta wî welatî Yousef Cahed û hin siyasetvanên din bicive.

Armanca sereke ya seredana Erdogan bo Tûnisê pirsa ekonomî bû, tevî şanda pê re di Yaneya Ekonomî ya Tûnis- Tirkiyê de beşdarî kir, di şandê de 9 wezîr û 200 karsaz hebûn.

Roja Sêşemê li Tûnisê, hejamerek çalakvanên mafên mirov û Yekêtiya Niştîmanî ya Rojnamevanan, Erdogan jiber dijatî û girtina rojnamevanan protesto kir.

Erdogan di seredana Bakûrê Afrîqa de, seredana Sûdan û Çad jî kir bû, di heman dema ku, Erdogan li Bakûrê Afrîqa bû, serok hikûmetê Tirkiyê Binalî Yildirim bi seredanekê li Erebistana Saûdê bû, Binalî derbarê pirsgirêkên li herêmê ligel Şah Selaman danûstendin encam dide.

XS
SM
MD
LG