Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Fermana Girtina Karmendên Dibistanan Dide


Ajansa Reuters li gor mediya Tirkî dide zanîn ku, roja Çarşemê desthilata Enqerê fermana girtina 79 karmendên berê yên dibistanan der kirî ye, yên gomana têkilîya wan bi darbeya leşkerî ya sala par re heye.

Tê goman kirin ku, wan karmendan peyamên kilîtdayî yên veşartî di dema derbeyê de şêwazê "Bilock" bikar anîne ku, ev sîstem ji aliyê Fethullah Gulen kesatiyê oldar yê Tirk yê li Amerîka dimîne tê bikar anîn.

Erdogan û desthilata Enqerê Fethullah Gulen weke kesê yekê yê tawanbar bi encamdana darbeya leşkerî ya ne serkeftî tawanbar dike.

Piştî hewildana darbeya leşkerî ya sala par, li Tirkiyê heta niha 150 hezar kes ji karên wan hatine dûrxistin, herwiha 50 hezar kes hatine girtin.

Di nava girtîyan de gelek karmend û mamostayên dibistananên Tirkiyê hene ku, weke dibistanên cema'ta Gulen tên naskirin.

Girtinên li Tirkiyê rêxistinên mafên mirov û welatên hevpeymanên Tirkiyê yên rojavayî xembar dikin, jiber ku, tirsa wan heye bi behaneya darbeya leşkerî, Erdogan dixwaze tola xwe li hêzên opozisyonê hilde.

Lê Tirkiye dibêje, kesên girêdayî Gulen di nava saziyên dewletê de veşartî hene, ji ber parastina ewlekariyê ewê hemû kesên gomana têkiliya wan bi darbeya leşkerî re heye, ji wezaret û saziyên dewletê dûr bêxin.

XS
SM
MD
LG