Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şirove: Helwesta Tirkîyê li Dor Şer Û Nakokîyên li Ukrayna


Serokê Tirkiyê R. T. Erdogan û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky
Serokê Tirkiyê R. T. Erdogan û Serokê Ukrayna Volodymyr Zelensky

Piştî ku bi fermana serokê Rûsya Vladimir Putin êrîşa ser Ukrayna hat destpêkirin, reaksyonên cûda li ser astê cîhanê û herêmê derketin holê.

Îro Pêncşemê Jens Stoltenberg sekreterê giştî yê NATO'yê, daxwaza lidar xistina hilcîvîna serokên hevpeymanîya NATO'yê kir ku roja Îniyê li ser rewşa Ukrayna û pêşveçûnên herî dawî kom bibin.

Stoltenberg êrîşa ser Ukrayna weke tawanbarî dît û got "Rûsya hêzê bikar tîne da ku hewl bide dîrokê jinûve binivîsîne."

Rewşa li Ukrayna û şerê li wê herêmê rasterast Tirkiyê elaqedar dike, hem weke endameke NATO yê karîger û hem jî têkiliyên wê bi Rûsya û bi Ukrayna re jî xurt in, Tirkiye di nava rewşekê de ye ku nehêjayî çavnebarî û hesûdiyê ye, Tirkiye li hember ewşa niha li herêmê û Ukrayna rûdaye, ketiye di nava du bijardeyên bi zemhet de.

Faysal Dagli - Şirovekar û Rojnamevanê Kurd, Almanya
Faysal Dagli - Şirovekar û Rojnamevanê Kurd, Almanya

Li aliyekî têkiliyên wê bi Rûsya re xurtin, bi taybet piştî kirîna sîstema berevnaiyê S-400 û pêwîstiya wê bi enerjiya ku çavkaniya xwe ji Rûsya distîne heye. Li aliyê din Tirkiye weke endamek giring yê hevpeymaniya NATO, divê derbarê biryarên ji aliyê serokên NATO ve tên standin pêgîr be û wan bipejirîne.

"Diyare plana Amerîka û Brîtanya ew e ku Ukraynayê bikin avzêlek bo Rûsyayê."
Şirovekar Faysel Dagli

Serê sibeya roja Pêncşemê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan banga civîneke awarte kir. Herwiha Balyozê Ukrayna li Enqerê bang li welatên endamên NATO'yê kir ku qada esmanî ya xwe bigire û tengavên li ber deriyê deryaya Reş ji keştîyên Rûsyayê re bigire.

Bo danûstandin derbarê vê mijarê û helwesta Tirkiyê di şer û aloziyên li herêmê dê çi be û Tirkiye dikare çi bike? Dengê Amerîka hevpevîn li gel şirovekarê siyasî û pisporê pirsên Tirkiyê Faysal Dagli encam da.

Dagli da zanîn ku Tirkiyê ji destpêka kirîzê heta niha hewil daye rolê navbeynakriyê bibîne û bi her awayî dixwaze xwe ji ziyanên wan aloziyan dûr bixe û sûdê wer bigire û got "Heta niha, halê hazir îstîfadekirina ji rewşê ye." Dagli da zanîn ku tektîka Tirkiyê ewe sûdê ji rewşa heyî werbigire.

"Rûsayê siyaseta li Ewrupa û Tirkiyê jiber gaza xwezayî rehîne girtîye."

"Rûsayê siyaseta li Ewrupa û Tirkiyê jiber gaza xwezayî rehîne girtîye."
Şirovekar Faysel Dagli

Derbarê pirsa Tirkiye dikar têkiliyeke çawan bi Rûsya re dom bike, Dagli got ku Rûsya çavkaniyek giring ya enerjiyê û gaza xwezayî ye "Rûsayê siyaseta li Ewrupa û Tirkiyê jiber gaza xwezayî rehîne girtîye."

Herwiha Şirovekar Faysal Dagli bal kişand ser têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê li dor herêmên xwedî kirîz e, yên weke Lîbya, Sûriya û Qerebaxê wî got"Li wan herêman têkiliyên Rûsya û Tirkiyê xurt in."

Dagli derbarê helwesta Amerîka û Brîtanya li dor nakokî û derketina şer li Ukrayna nêrîna xwe weha anî ziman û got "Diyare plana Amerîka û Brîtanya ew e ku Ukraynayê bikin avzêlek bo Rûsyayê."

Li gor daxwaza Ukrayna ya girtina korîdorên avê li hember keştî û veguhastina avî ya Rûsayê Daglî got jiber ku Tirkiye pêgirî rêkeftina Montreux e, Tirkîyê li jêr vê rêkeftinê, Bosfor û Çanakkale kontrol dike, ew peymaneke navnetewî ye, Tirkiye nikare bi serê xwe biryar bide û rê li hember hatin û çûyina keşiyên Rûsya bigire.

Hevpeyvîn li gel Şirovekar Faysal Dagli
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:19 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG