Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Berpirsên Tirkiyê Siza Dide


Mike Pence Cîgirê serokê Amerîka

Wezareta Xezîna Amerîkî roja Çarşemê siza li ser du wezîrên dewleta Tirk ragihand, wezareta Amerîkî dibêje wan herdu wezîran rol hebû di girtina qeşe Andrew Brunson.

Wezareta Xezîna Amerîkî da zanîn ku herdu wezîrên Dadê û wezîrê Navxwe Abdulhamit Gul û Suleyman Soylu hatin sizadan û nabe ti Amerîkîyek serderiyê li gel wan bike, ev siza dikeve ser hemû mal û milkiyeta herdu wezîran û hebûnên wan yên li derve tên cemidandin.

Li aliyekî din ajansan dan zanîn ku Lîreya Tirkî sibeya roja Çarşemê daketbû asta herî xerab her dolarek 5 lîreyên Tirkî dike jiber aloziyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de, tê çaverê kirin ku piştî sizayên Qesra Spî liser Tirkiyê dê bohayê Lîreya Tirkî hêjî dakeve.

XS
SM
MD
LG