Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemê got ku her çiqas Enqerê ji mêj ve mafê beşdarîya li Yekîtîya Ewrupa (YE) bidest xistiye jî ew jiber sedemên sîyasî tê sekinandin.
Erdogan dîyar kir ku YE wê danûstandinên beşdarîyê yên bi Ukrayna û Moldova re rawestîne.
Rêberên YE’ê hefteya borî li hev kirin ku ew bi Ukrayna, ku dijî Rûsya li ber xwe dide, û bi Moldova re danûstandinên beşdarîyê bikin.
Lê blokê jiber rikeberîya Macaristanê ser paketa alîkarîyê ya 50 mîlyar Euroyî ya jibo Kîevê li hev nekir.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ser danûstandinên beşdarîyê got ku jibo Kîevê û Ewrupa serketin e.
Erdogan dema ji Macaristanê vedigerî ji rojnamevanan re dîyar kir ku Tirkîye ji 2005’an vir ve jibo YE berbijar e, lê ew jiber sedemên sîyasî nikare bibe endam.
Wî dîyar kir ku her çiqas jibo Ukrayna û Moldova danûsandinên beşdarîyê destpê kirine jî ew niha nikarin bibin endamên YE, ewê werin rawestandin.
Serokomarê Tirkîyê got ku ew li gor hin endamên YE’ê zêdetir jibo yekîtîyê hazir in û dîyar kir ku helwesta dijî Enqerê şaş e.
YE jiber fikarên ser mafên mirovan yên li Tirkîyê û cudabîrîyên ser sîyasetên herêmî bi salan e wî welatî disekinîne.
Her çiqas pêvajoya endamtîya Ukrayna wê bi salan dom bike jî, Kîev bi vê gavê ji xeta Moskowê derdikeve û zêdetir nêziktirî welatên Rojavayî dibe.
Erdogan dîyar kir ku stratejî û aborîya Tirkîyê mafê beşdarîyê dide Enqerê û got ku ewê di dema seroktîya Macaristanê ya YE de hin pêşketin çêbin.
Jêder: Reuters