Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Tirkîye di Navbera Sizayên Yektîya Ewrupa Û Amerîka de


Wezîrên Karên Derve yên Yekîtîya Ewrûpa Duşema borî berî hilcivîna rêberên YE ya di rojên 10 û 11'ê meha Kanûnê de, li ser hewlest wergirtina li hember Tikriyê jiber nakokîyên heyî û hewildanên wê bo gehiştina çavkanîyên xwezayî yên li Derya Sipî, civiya bûn.

Wezîrê Karên Derve yê Yunanîstanê Nikos Dendias got ku jiber ku Tirkîyê di sîyaseta xwe ya lêgerînê ya li rojhilata Derya Sipî de, ti gavek erênî navêje, hemî dewletên û gotbû "Diyar bû ku divê bersîvek ji Tirkîyê re bê dayîn."

"Gelek provakasyon ji aliyê Tikiyê ve hatine rê li ber danûstandinên rasterast girt".
Heiko Mass, wezîrê derve yê Almanya

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas ku welatê wî niha serokatiya YE dike gotbû "Gelek provakasyon ji aliyê Tikiyê ve hatine rê li ber danûstandinên rasterast girt".

Li Bruksel bo cara Yekê piştî Oktoberê lîderên 27 welatên endam yên Yekîtiya Ewrupa doh Pêncşemê û îro Înê civînên xwe berdewam kirin û pirsa sizadana Tikriyê yek ji mijarên gotûbêjên wê Hilcivînê bû.

Roj bi roj têkiliyên Tirkiyê û cîhana rojavayî, çi welatên Yekîtiya Ewrupa be yan jî Amerîka aloztir dibin.

Ajans û kenalên mediyayî ragihandin ku Amerîka dê Tirkiyê jiber kirîna sistema mûşekên Rûsya yên S-400 dê siza bide.

Herwiha di cîvîna lîderên Yekîtiya Ewrupa de jî lîsta sizayan hatîye ragihandin ku li dij hin kesan û kompaniyan yên ku dest li gel hewildanên lêgerînên çavkaniyên anerjiyê hene li rojhilata Deriya Spî hatine ragihandin û dibe ku heta civîna YE li Adara 2021an lîsta sizayan bihê berfireh kirin eger ku Tirkiye gavan neyê rayê.

Herçende ku hem Serokomarê Tikiyê R.T Erdogan û wezîrê derve Mevlût Çavuşoglu gotin ku ew diyalog û çareseriya siyasî bo pirsgirêkên heyî dixwazin û wan divê Tirkiye bibe endama tam ya YE, lê dîsan wan welatên Yekîtiya Ewrupa yên weke Yunanîstan, Qibris û fransa rexne û tawanbar kirin.

Bo danûstandina li ser çarenivîsa û siberoja Tirkiyê bi welatên YE û Amerîka re bernama Hello Washington mêhvandariya berêz Faysal Daglî, şirovekar û Çavdêrê Siyasî kir ku li Almanya dimîne.

Faysal Dagli Şirovekar Û Çavdêrê Siyasî
Faysal Dagli Şirovekar Û Çavdêrê Siyasî

Berêz Daglî derbarê pirsa kanê arasteya Tirkiyê ber ku de diçe, ewê xwe biguherîne yan li ser rewşa heyî berdewam bibe got, rewşa Tirkiyê roj bi roj û pêl bi pêl xerabtir dibe " Wek tê zanîn ku piştî 5-6 salên borî ji dema ku qaşo derbeya leşkerî li Tirkiyê çêbûye di warê mafên mirovan û kirîterên Yekîtiya Ewrupa gav paş de avêtine."

Daglî derbarê mafdarî û serweriya Tirkiyê di avên herêmî de got "Tirkiye li herêma Îce -Ege 10 mayîlên çargoşe yên serweriya xwe li wê herêmê dixwaze, ev jî dê her hemû giravên Yunanistanê yên li herêma Ege bixwe nava xwe."

Li pişt koalîsan Ewrupî "êdî Tikiyê wek pirsgirêk binav nakin, ew Tirkiyê weke xeter binav dikin."
Faysal Dagli

Daglî herwiha behsa cût standartiya siyaseta Yekîtiya Ewrupa kir û got dema ku di koalîsan de bi siyasetmedarên Ewrupî re biaxivî "ew êdî Tikiyê wek pirsgirêk binav nakin, ew Tirkiyê weke xeter, weke dojmin binav dikin."

Daglî da zanîn ku YE li hember Tirkiyê gelek nerim tev digere, Tirkiye û Serokê wê Erdogan vê yekê bikar tînin.

Hello Washington 11 12 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:02 0:00

XS
SM
MD
LG