Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim anî ziman, ku Tirkiye nahêle herêmeke kurdî li bakurê Sûriye ava bibe, di heman demê de jî wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu jî got, mana hêzên kurdî li bakurê Sûriye wê demografiya herêmê biguherîne .
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Daryos Derwîş re kir, di derbarî helwesta Tirkiye ya li dijî hêzên kurdî li Sûriye.
Birêz Daryos dibêje: "Tirkiye dixwaze desthilata Osmanî vegerîne û herêmê careke din kontrol bike, ji ber wê ew li dijî helwesta kurdî li Sûriye dixebite."
Herwiha jî Daryos anî ziman, ku wê bersiva hêzên kurdî li dijî êrîşên Tirkiye leşkerî bin, ger Tirkiye derbasî herêmên kurdî li Sûriye bibe.