Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan Mafê Penaberiya Efserê Tirk Paş Dixe


Arşîv: 4 Efserên Tirk di dema amdebûnê de li dadgeha bilind li Atîna 13.01.2017
Arşîv: 4 Efserên Tirk di dema amdebûnê de li dadgeha bilind li Atîna 13.01.2017

Dadgeha Îdarî ya Atîna roja Duşemê ragihand ku, wan daxwaza hikûmetê erê kiriye ya rawestandina demkî ya garantîkirina mafê penaberiyê bo yek ji 8 efserên Tirk yên ku, ji sedema darbeya leşkerî li Tîrmeha sala 2016an tevî 8 efseran bi helîkopterekê hat bûn Yunanistanê.

Dadgeh dibêje wan daxwaza hikûmetê pejirand jiber berjewendiya giştî û berjewendiya efserî bixwe, dadgeh dê, cardî guhdana dosya efserê Tirk bo pêdana mafê penaberiyê bo roja 15î Sibatê ya meha bihê paş bêxe.

Desteya Mafê Penabertiyê li Yunanistanê li meha Kanûna bûrî mafê penabertiyê dabû efserê Tirk, dadgeha Yunanî daxwaza Tirkiyê ya radestkirina her 8 efseran red kir bû, yên ku, Tirkiyê wan bi beşdarîya hewildana darbeya leşkerî ya neserekftî li 15 Tîrmeha sala 2016an tawanbar dike.

Daxwaza Tirkiyê ya radestkirina efseran û red kirina daxwazê ji aliyê karbidestên Atîna ve, bûye sedema derketina aloziyên zêdetir di navbera Tirkiyê û Yunanistanê de.

XS
SM
MD
LG