Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Stenbolê bi 25 Salên Girtinê Parlamenterê CHP'ê Ceza Dike


Dadgeheke dewleta Tirk roja Çerşemê cezayê 25 salên zîndankirinê dan Parlamenterê naskirî Enîs Berberoglu yê partiya opozisyon ya sekûlar CHP'ê.

Dadgeha Cezayên Giran ya 14an li Stenbolê, bi tawana ku Enîs Berberoglu nepeniyên dewletê eşkere kirine bi 25 salên girtinê ceza li wî hat birîn.

Dadgehê herweha da zanîn ku Enîs Berberoglu, Parlamenterê Stenbolê yê CHPê "bi armanca sixûriya leşkerî yan jî siyasî û eşkerekirina agahiyên dewletê yên ku dibê veşartî bimînin" ev ceza xwariye.

Wek tê zanîn, bingeha mijarê ji sala 2014an tê, dema Berberoglu ragihand bû ku, dewletê bi qaçaxî çek jibo çekdarên Îslamî derbasî nav axa Sûriyê kirine û ev bûyer weke sekinandina tirêna MÎTê tê naskirin, derbarê heman mijarê de, Can Dundar rojnamevanê Tirk yê binav û bang jî, hat bû girtin, dema sala 2015an de, Dundar Êdîtorê rojnama Cumhuriyet bû, mijara bi qaçaxî derbaskirina çekan bû serhildayên Îslamî li Sûriyê di rojnamê de weşand bû, ev yek weke skendaleke siyasî li Tirkiyê dihat naskirin, Dundar hat bû girtin, lê şûnde serbest hat berdan, niha li dervey Tirkiyê ye.

XS
SM
MD
LG