Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azadîya Medyaya Civakî li Tirkîyê


Azadîya Medyaya Civakî li Tirkîyê
Azadîya Medyaya Civakî li Tirkîyê

Giwaşên ser medyaya civakî li Tirkîyê di rojeva sazîyên navnetewî yên rojnamevanî û azadîya çapamenîyê da ye.

Lê hikûmeta Tirkiyê û Serokkomar Recep Tayyip Erdogan derbarê azadîya çapemeniyê peyamên bêhêvî dide.

Di hevpeyvîneka 21ê Tîrmehê da, ji Serokomar Recep Tayyip Erdogan hate pirsîn ka qanûnek heye cezayên giran bide bo belavkirina nûçeyên sexte bi rêya medyaya civakî anjî ya tradîsyonel. Di bersivê de, wî ragihand ku dê di Cotmehê da, piştî bêhnvedana havînê, li Meclîsê lêkolînek dê bihê kirin û dê pirsgirêkê çareser bike li ser bingeha qanûna medyaya civakî ya ku par hatibû qebûl kirin.

Di heman rojê de, Rêveberîya Ragihandinê ya Serokomariyê da zanîn ku Parlemento dê gavên qanûnî yên nû bihavêje li dijî fînansmana biyanî ya medyayên herêmî "da ku gel bigihîje nûçeyên rast".

Li gor sazîyên navnetewî yên rojnamevanî û azadîya çapamenîyê bi hev re, ew daxuyanî bandoreka wisa çêdike ku hukûmeta Tirkîyê xwe amade dike ku bergirîyên qanûnî yên nû derxe û azadiya medyayê û pirrengîya li Tirkîyê zêdetir têk bibe.

Rêxistina Çavdêrîya Mafê Mirovan dibêje bi qanûna medyaya civakî û hewildanên hukûmeta Tirkîyê bo danasîna hêzên nû jibo kontrolkirina medyayê dê sansûra onlayn pir zêde bike û bi taybetî dê rewşa azadîya ramanê belengaztir bike.

Û herwiha dê zorê bide platformên medyaya civakî yên wekî Twitter, Facebook û YouTube da ku daxwazên hukûmetê yên astengkirin anjî rakirina naverokê bicîh binin. Heke ew gotina hikumetê nekin dê bi cezayên giran ve rû bi rû bimînin

Tom Porteous, cîgirê rêvebirê bernameyê li Rêxistina Çavdêrîya Mafê Mirovan got "Heke ew pêşnîyara qanûna nû bihê pejirandin, hukûmet dê bikare medyaya civakî kontrol bike, naveroka wê bi keyfa xwe jê bibe, û bi keyfa xwe takekesan û sazîyên medyaya civakî bike armanc.

Di wê çarçovê da Komîteya Parastina Rojnamevanan CPJ, Rêxistinên navnetewî yên bi serpereştîya Enstîtûya Çapemenîyê ya Navnetewî, û di nav wan da Nûçegihanên Bêsînor, Çavdêrîya Mafê Mirovan, û çend sazîyên din jî di serê Cotmehê da serdana Tirkîyê kirin û li Enqere û Stenbolê civîn pêkînan.

Armanca serdana wan ew bu ku nîgeranîyên derbarê nûvekirin û guhertinên pêkan yên di pêşnîyara qanûna medyaya civakî da li Tirkiyê û bergirîyên hatî pêşnîyar kirin bo sînorkirina fînansekirina derveyî û tawanbarkirina potansîyel ya nûçeyên sexte gotûbêjan bikin.

Lê nûnerê Komîteya Parastina Rojnamevanan yê Tirkîyê Ozgur Ogret di goteraka ser malpera wê sazîyê ku di 19ê Cotmehê da hatîye weşandin dibêje derîyên sazî û partîyên deshilat bo wan girtî bûn û hikumeta Tirkiyê rûyê xwe nedaye wan.

Ne endamên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û ne jî Partîya Bizava Netewperest (MHP) ku di Parlementoyê da xwedî piranîyê ne û koalîsyona wan heye daxwaza hevdîtina Komîteya Parastina Rojnamevanan qebûl nekirine. Herviha Nivîsgeha Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Wezareta Dadê jî bersiva wan nedaye.

Li şûna wê komîte digel parlementerên opozîsyonê yên Partîya Komara Gel (CHP) Mahmut Tanal, Sezgin Tanrikulu û nûnerê CHPê li Desteya Bilind ya Radyo û Televizyonê Ilhan Taşçi, Rêvebirên Dadgeha Destûra Bingehîn û rojnameya Evresel civîyane û ser pêşnîyara qanûna nû ya medyaya civakî gotûbêj kirine.

Nûnerê Komîteya Parastina Rojnamevanan yê Tirkîyê Ozgur Ogret herwiha radigehîne ku Wezareta dadê ya Tirkiyê du heftî piştî bidawîbûna gera wan digel Enstîtûya Çapemenîya Navneteweyî têkilî danîye û gotîye Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul dixwaze digel endamên şandeya wan hevdîtinê bike. Lê jibo wê hevdîtinê hêşta demek nehatîye dîyarkirin.

Azadîya Medyaya Civakî liTirkîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:31 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG