Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Du Kes bi Tawana Sîxurîya Îranê Desteser Dike


Dîmeneke polîsêkî Tirk (Arşîv)
Dîmeneke polîsêkî Tirk (Arşîv)

Karbidestekî payebilind yê Tirk roja Çarşemê ji AFP re ragihand ku Tirkîyê welatîyekî Îranê û Tirkek bi tawana sîxurîyê desteser kiriye.

2 gumanbar jiber plankirina revandina û bi zorê birina karbidestekî berê yê leşkerî yê Îranê ji herêma Wanê ya rojhilatê Tirkîyê, hatine girtin.

Heman karbidestî da zanîn ku 6 "hevkarên" herêmî jî di operasyonên ku bi hevkarîya ajansa îstixbarata netewî ya Tirkiyê (MIT) û polîsê netewî, hatine desteser kirin.

Karbidest nasnameyên gumanbaran û sedemên hewla revandina karbidestê berê yê leşkerî yê Îranê eşkere nekir.

Di Navbera Tirkîyê û Îranê de peywendîyên aborî yên baş hene lê carnan ser pirsgirêkên herêmî de, li alîyên hevrik cîh digirin.

Di meha Sibatê de, Tirkiyê xebatkarekî konsulxaneya Îranê bi kurtî li Stenbolê desteser kir, jiber lêpirsîna kuştina rikebirê Îranî ya li Tirkîyê di 2019'an de.

XS
SM
MD
LG