Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Êrîşa Efrînê Û Sê Rojan Berî Civîna Sochî Tirkîye Hêzan Dişîne Sûriyê


Erdogan û Putin
Erdogan û Putin

Aman- Reuters, Li herêma herî dawiyê ya ku hêzên opzisyona Sûrî lê dimînin li bakurê rojavayê Sûriyê îro Yekşemê rastî êrîşn esmanî yên firokeyên Rûsî hatiye, çavkanî didin zanîn ku sê rojan berî encamdana civîna li Sochi ku serokê Rûsiya û serokê Tirkiyê Erdogan dê hevdu bibînin ev êrîş pêktên.

Xelkê herêmê, çavkaniyên opzisyonê û yên leşkerî gotin ku firokên Rûsî gundewarên dewrûberên Efrînê îro Yekşemê bombe kirine. Herwiha êrîşên ser bajarok û gundewarên ku di bin kontrola hêzên opozisyona Sûrî dane, yên ku Trikiye piştevaniya wan dike zêde bûne, zêdebûna êrîşan ji hefteya borî hatiye destpêkirin.

Çavkaniyên serhildayan dibêjin 5 çekdarên wan hatine kuştin û 12 sivîl jî mirine ji encama ketina bombeyên firokên Rûsya bo ser herêmê.

Firokên Rûsya ji bilindiyê herêma Jabal al Zawya li Îdlibê bombe kirîye, ku dikeve bakurê rojavayê Efrîn li nêzîk sinorê Tirkiyê, hemdem leşkerê Sûriyê bi piştevaniya milîtanên Îranê herêma sinorî bombebaran kirîye.

Peyvdarê bi navê leşkerê Niştîmanî efser Youssef Hamoud ku Tirkiye piştevaniya wan dike gotiye Reuters "Zêdebûna êrîşên Rûsya vê hefteyê ji parêzgeha Îdlib destpêkirîye û niha berfireh bûye herêma bakurê Helebê bi dirêjahiya sinor vegirtîye."

Zêdebûna êrîşan di wî çaxî de pêk tê, ku hatiye plan kirin 29ê mehê roja Çarşemê Erdogan li Sochi li gel Vladimir Putin bicive.

Di nakokî û şerên çendîn salan de li Sûriyê, zêditirî mîlyonek kes li Îdlibê koçber bûne, û weke mezintirîn kirîza mirovahî li wê herêmê tê dîtin.

Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov roja Şemiyê li New York got, rewşa çareseriyê li herêmê hêdî birêve diçe û got ku civîna Sochi dê pêgiriyên Enqerê yên bidawî kirina tundkaran li herêmê gotûbêj bike ku her tim Moskow gileyî hene derbarê tundiya ji aliyê çekdarên alîgirên Tirkiyê ve pêktê, weke ajansa Tass dibêje.

Çavkaniyekî Artêşa Tirkiyê gotiye, hêzeke mezin ya leşkerê wan tevî tank û mûşekan bi şev sinorê Tirkiyê derbaz kirine û çûne di nav axa Sûriyê de, ber bi Jabal al Zawya dane rê ku bingehên leşkerê Tirkiyê li wêderê hene. Ev yek ji aliyê peyvdarê hêzên opzisyona Sûrî ya bi navê leşkerê Niştîmanî hatiye piştrast kirin.

XS
SM
MD
LG