Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gefên Tirkîyê Yên Êrîşa li Dijî Şehba Û Tirsa Koçberên Efrînê


Koçberên Efrînên yên li herêma Şehba jiber gefên Tirkiyê daxuyanî didin û dengê xwe digehînin civaka navnetewî

Rêvebirîya Xweser ya Herêma Efrînê, ku li penageha Şehba karê xwe dike, dor gefên Tirkîyê dijî herêmê û bi taybet devera Til Rifet, daxuyanîyek da bîragiştî.

Di daxuyanîyê de hate gotin ku mebesta îdîyayên Tirkîyê yên sûcdarkirina Hêzên Sûrîya Demokratîk bi êrîşa ser artêşa Tirk ew e ku, axa Sûrîyê dagîr bike û alozîya vî welatî dirêj bike.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku heftiya borî Tirkîyê ragihandibû ku çend leşkerên wê li herêma bakurê Helebê hatine kuştin, û hêzên Kurdî tometbar kiribûn û gefa encamdana êrîşekê kiribû.

Di vê derbarê de daxuyanîyê gefên Tirkîyê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî û de serî de Rûsya û Amerîka kir ku, bendekî ji gefên Tirkîyê û hewldanên wê yên dagîrkirina Sûrîyê re deynîn.

Dor mijarê û nirxandina gefên Tirkî hevserokê meclîsa qanûnsaz ya Efrînê Silêman Cefer ji me re axivî.

Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz ya Efrînê Silêman Cefer
Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz ya Efrînê Silêman Cefer

Cefer got ku angaştên Tirkîyê bêbingeh in û gefên wê ne nû ne, ku bi van îdîyan dixwaze bihaneyekê bibîne jibo êrîşkirina ser deverê.

“Her ku alozî li hundir Tirkîyê hebin, Erdogan dixwaze wan derxe derve, ev sê salin em derbider in û gef berdewam in, em wan qebûl nakin û bihaneyên ku me êrîş kiriye ne rast in”, wî dîyar kir.

Her di vê çarçovayê de tê zanîn ku, hêzên cuda li deverê bi cih dibin, li kêlek Hêzên Rizgarîya Efrînê, artêşa Sûrî û milîsên bi ser Îranê ve jî hene, herwiha çend navendên leşkerî yên Rûsya hene.

Di vê derbarê de Cefer got ku pêwîste Rûsya li hember van gefan bêdeng nemîne û wiha pêde çû: “Rûsya û rejîm ji gefên Tirkî haydar in, ew ser erdê ne dibînin, loma bêdengîya wan me dixe gumanê, divê rola wan dîyar be û helwest bistînin, ne tenê ew, divê Amerîka jî ji gefên Tirkîyê re bêdeng nemîne”.

Hêjayî gotinê ye ku pirtir ji 100 hezar derbiderên Efrînî li deverê dimînin, ku dema êrîşa Tirkî dijî Efrînê hatibûn koçber kirin, loma gefên Tirkî yên êrîşeke nû metirsî li cem wan peyda kiriye ku careke din werin koçber kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00

XS
SM
MD
LG