Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Almanya di Navbeynkarîya Enqere û Atîna de Bêalîbûna Xwe Hinda Kiriye


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu îro Înê dîyar kir ku Almanya di van demên dawî de bêalîbûna xwe navbeynkarîyê ya di navbera Tirkîye û Yunanistan û Qibrisê de hinda kiriye.

"Em dixwazin Almanya di mijara rojhilata Derya Sipî û Ege de helwesta xwe ya hevseng bidomîne," Çavuşoglu got.

Çavuşoglu bi berdewamî anî ziman ku welatên sêyan ku Almanya jî di nav de ye, divê nebin amûrê provokasyon û propagandayê bi taybet ji alîyê Yunanistan û Qibrisa Yunanistanê ve.

Wî got ku divê Berlîn bêyî pêşdarazî goh bide her du alîyan jî.

Wezîr Çavuşoglu ev daxûyanî li Stenbolê piştî hevdîtana bi wezîra derve ya Almanya Annalena Baerbock re da, di presskonferanseke hevpar ya bi hevkara xwe ya Almanî re.

Wezîra derve ya Almanya Annalena Baerbock îro serdana Yunanistan û Tirkîyê kir û bi karbidestên her du welatan re jî hevdîtin kir.

Annalena Baerbock li Atîna piştî hevdîtina li Atîna bi wezîrê derve yê Yunanistanê Nikos Dendias re daxuyanî da rojnamevanan.

Baerbock Tirkîye rexne kir, jiber nîqaşkirina serwerîya giravên Yunanistanê yên li nêzî beravên wê.

"Erê, gelek mijarên hiqûqa navneteweyî tevlîhev in, lê hin jî pir hêsan in. Giravên Yunanistanê - Lesbos, Chios, Rhodes û gelekên din - axa Yunanistanê ne, û mafê ti kesî tuneye ku vê yekê nîqaş bike," Baerbock got.

Tirkîye û Yunanistan, her du cîranên NATO’yê bi dehsalane ser sînorên deryayî, mafên çavkanîyên enerjîyê li Derya Sipî û girava Qibrisê li hev nakin, ku jiber van pirsgirêkan gelek caran her du welat anîne ber sînorê şer.

XS
SM
MD
LG