Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoğlu: Tirkîye û Amerîka dê li Sûrîyê Hevkarîyê Bikin


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoğlu dîyar kir ku wan bo vekişîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Minbicê, bi Amerîka re li hev kiriye.

Çavuşoğlu ji rojnamevanan re da zanîn ku piştî ku YPG ji Minbicê vekişe dê ewlekarîya wî bajarî di destê hêzên Amerîkî û Tirk de be.

Çavuşoğlu dîyar kir ku ewê di 19’ê Adarê de civînekê li dar xînin û nexşerêyekê ragihînin.

‘’Ser Sûrîyê, Tirkîye û Amerîka dê tev bixebitin. Em dê berê li Minbicê modelekê çêkin û li gor wê ji li hemî herêmên din jî heman pergalê bi cîh bikin’’ Çavuşoğlu got.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike û di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) hevalbenda Amerîka ye. Tirkîye, YPG’ê wek rêxistineke terorîst dibîne.

XS
SM
MD
LG