Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Amerîka û Almanya Nikarin Ser Dadgeha Me Şîroveyê Bikin

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekîr Bozdag dîyar kir ku Amerîka û Almanya nikarin ser dadgeha wan ti şîroveyê bikin.

Dadgeha Tirkîyê jiber biryara ser karsaz û xêrxwazê navdar Osman Kavala, ku bi dirêjîya jînê hatiye mehkûm kirin, di rojeva cîhanê de ye.

Amerîka ser biryarê gotibû ku acizî û xeyalşikestin çêkiriye û Almanya jî bang li Tirkîyê kiribû ku Kavala demûdest berde.

Bozdag ji rojnamevan re da zanîn ku Tirkîye dewleteke hiqûqê ye û divê herkes bo vê yekê rêz bigire.

This item is part of
XS
SM
MD
LG