Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Rewşa Awarte di 18'ê Tîrmehê de Diqede


Berdevkê Serokomarîya Tirkîyê Îbrahîm Kalın dîyar kir ku Rewşa Awarte (OHAL) di 18’ê Tîrmehê de bi dawî dibe.

Kalın da zanîn ku dema Rewşa Awarte ya didome di 18’ê Tîrmehê de diqde û ewê neyê dirêj kirin.

‘’Li ser bidawîbûna Rewşa Awarte bila kes nebêje ku ewê têkoşîna dijî terorê, dijî FETO, PKK û DAIŞ raweste; piştî ku Rewşa Awarte qedîya jî ewê di çarçoveya qanûnên ser têkoşîna dijî terorê têkoşîn bidome’’ Kalin got.

Kalın da zanîn ku ger ew gefên ‘’pir awarte’’ re rû bi rû bimînin dibe ku ew careke din Rewşa Awarte radigihînin.

Tirkîyê, piştî hewildanaya darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an Rewşa Awarte ragihandibû û heta niha 7 car dirêj kiribû.

XS
SM
MD
LG