Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê 713 Naverokên ser Înternetê di Mehekê de Hatin Sansur Kirin


Dîmeneke yek ji xwepêşandanên Rojnamevanên li Tirkîyê, bo azadîya ragihandinê (Arşîv)
Dîmeneke yek ji xwepêşandanên Rojnamevanên li Tirkîyê, bo azadîya ragihandinê (Arşîv)

Rêxistina Free Web Turkey dîyar kir ku li Tirkîyê ku biryarên hikûmetê yên qedexekirina belavkirin nûçeyan ser înternetê û postên medya civakî di Tîrmehê de jî berdewam kirine.

Koma çavdêrîya azadîya ragihandinê di raporta xwe ya mehane de hefteya borî eşkere kir ku meha borî li Tirkîyê bi 14 biryarên dadgehan herî kêm 713 naverokên onlaynî hatine sansûr kirin.

Li gor raporta Free Web Turkey, biryarên qedexekirinê herî zêde ser naverokên têkildarî gendelî û neqanûnîbûnê hatine girtin.

Naveroka têkildarî îdiayên ku Bîlal Erdogan, kurê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di operasyoneke gendelîyê ya navneteweyî de cîh girtiye.

Dîsa karên ku hevalên Bîlal Erdoğan ji dewletê wergirtine û karên ku ew hatine erkdarkirin, mînakên biryarên qedexekirinan in.

Parêzer Veysel OK, Hev-kordînatorê Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA)
Parêzer Veysel OK, Hev-kordînatorê Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA)

Veysel Ok, Hev-kordînatorê Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) ragihand ku rojnamevanên li Tirkîyê ne tenê di Tîrmehê de bi sansûran rûbûrû bûn, lê bi salan e ku ev yek dibe.

“Piranîya nûçeyên li ser rexnekirina hikûmetê, kesên nêzîkî hikûmetê, gendelîyê yan jî yên têkildarî mijara Kurd de bi biryarên astengkirina gihîştina (bo nûçeyan) têne qedexekirin,” Ok ji Dengê Amerîka re got.

Di rêza yekê de, 461 nûçeyên ku Tîrmehê hatin qexedekirin derbarê Serokê Tirkîyê Erdogan yan jî yek ji endamên malbata wî bûn.

Piştî serîlêdana Bîlal Erdogan, dadgeheke Stenbolê di 20'ê Tîrmehê de bi du biryarên cuda bi giştî 420 nûçeyên têkildarî Erdogan qedexe kir.

Di rêza duyê de, bi 107 nûçeyên têkildarî Ayşe Înan, keça Rektorê Zanîngeha Koç, hebûn. Li ser daxwaza Înan, Dadgeha Duyê ya Cezaya Sulhê ya Bakirkoyê di 6'ê Tîrmehê de biryara qedekirina wan nûçeyan wergirtibû.

Di rêza sîyan de jî nûçeyên li ser kurê din yê serok Erdogan, Burak Erdogan, bi 59 nûçeyan cîh digire.

Tevahîya wan naverokan tekildarî qezayekê bûn, ku Erdogan di 1998’an de bi trimboêlê li hunermendekê daye û bûye sedema mirina wê, lê ew “bi temamî bêsûc” hatibû dîtin.

Piştî serîlêdana Bîlal Erdogan, 10. Dadgeha Cezaya Sulhê ya Anadoluyê di 20'ê Tîrmehê de biryara qedekirina wan nûçeyan wergirt.

Free Web Turkey dibêje ku piştrê herî zêde nûçeyên têkildarî sazî û rêxistinên giştî yan jî têkildarî karbidestan hatine qedekirin.

Parêzer Ok destnîşan dike ku ev rewşa li Tirkîyê hem mafê wergirtina agahîyan ji holê radike û hem jî bîreke kolektîf têk dibe.

“Hikûmet û kesên nêzîkî wê hem karên dijî qanûnê yên wek gendelîyê dikin, hem jî naxwazin ew kiryar werin bihîstin. Mixabin ev rewş bûye pêkhateke pratîk û bûye piştrastkirina bêhiqûqîya li Tirkîyê, ” Ok da zanîn.

Berpirsê MSLA balê dikşîne ku raporta Free WEB jî nîşan dide ku azadîya derbirînê û mafê wergirtina agahîyan li Tirkîye ji bingehê wê ji holê hatiye rakirin.

Free WEB herwiha destnîşan dike ku biryarên qedexekirina nûçeyên ser înternetê û postên medya civakî herî zêde di 20’ê Tîrmehê de hatine girtin.

Erol Onderoglu, Nûnerê Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) yê Tirkîyê
Erol Onderoglu, Nûnerê Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) yê Tirkîyê

Nûnerê Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) li Tirkîyê, Erol Onderoglu, dibêje ku hikûmet bi ev 5 sal in sansura înternetê bikar tîne, jibo pirsgirêkên ku di rojevê de dernekevin pêş raya giştî.

“Lêkolîn û nûçeyên gelek rojnamevanên wek Îsmaîl Saymaz, Bariş Terkoğlu, Çigdem Toker, Bahadir Ozgur, Saygı Ozturk û Murat Agırel ku ku di nav raya giştî de deng veda ne têne sansur kirin, di bin navê ‘parastina mafên şexsî',” Onderoglu ji Dengê Amerîka re got.

Li gor raporta RSF'ê ya 2023’an, di warê azadîya ragihandinê de Tirkîye di nav 180 welatan de di rêza 165’an de ye.

Onderoglu dide zanîn ku di vê pêvajoyê de Dadgehên Cezayê yên Sûlhê jî dijî serwerîya hiqûqê tevdigerin.

“Ew Dadgeh jibo dilxweşkirina navendên hêza siyasî û aborî dudilîyê nakin ku rojnamevanîyê tepeser bikin, hem di asta herêmî de hem jî di navneteweyî de, Onderoglu got.

Lê Serokê Tirkîyê Erdogan di hevpeyvînekê de ligel televizyona CBS de sala 2021'ê gotibû ku “Di warê azadiyan de ti pirsgirêkên me yên bi vî rengî nînin. Tirkiyê bi awayekî bêhempa azad e.”

XS
SM
MD
LG