Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Tirkîyê Dibêjin Daxuyanîya Biden ''Birîneke Kûr'' Çêkiriye


Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê
Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê

Wezareta Derve ya Tirkîyê, piştî Serokê Amerîka Joe Biden bûyerên 1915an yên dijî Ermenîyan wek ‘’jenosîd’’ bi nav kir, Balyozê Amerîka yê li Enqerê David Satterfield vexwend wezaretê.

Di daxuyanî Wezareta Derve ya Tirkîyê de hat gotin ku gotinên Joe Biden ‘’birîneke kûr’’ çêkiriye û kewîna wê zor e.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Tirkîyê, ji Satterfield re berteka tund ya Enqerê hatiye gotin û gotinên Biden hatiye şermezar kirin.

Karbidestên Enqerê dibêjin ku ti di hiqûqa navneteweyî de ti hikmê daxuyanîya Biden tune û wê zarar daye peywendîyên Tirkîye û Amerîka.

Serok Joe Biden di 24’ê Nîsanê de bi daxuyanîyekê gotibû ku ‘’Em jîyanên tevahîya kesên ku di jenosîda Ermenîyan de, ku di serdema Osmanîyan de hatibûn kuştin bi bîr tînin.’’

Biden dîyar kiribû ku ew sozê didin xwe careke din ‘’zilmeke bi wî rengî’’ pêk neyê.

XS
SM
MD
LG