Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karbidestên payabilind yên Tirkîye, Fînlandîya û Swêdê di rojên pêş de wê li Brukselê kom bibin.
Reutersê ew agahî ji zarê Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ragihand.
Fînlandîya û Swêd ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve dixwazin bibin endamên NATO, lê Tirkîye ya di tifaqê de dijî daxwazên wan welatan e.
Stoltenberg da zanîn ku ew dê bi karbidestên Swêd, Fînlandîya û Tirkîyê re ser sedemên dijberîya Enqerê biaxifin.
Wî dîyar kir ew bi rêberên Fînlandîya, Swêd û Tirkîyê re danûstandinê dike.