Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê 66.467 Pêketinên Nû yên COVID-19 Radigihîne


Wezîrê saxlemîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca
Wezîrê saxlemîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca

Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê îro Çarşemê ragihand ku di 24 saetên dawî de 66 hezar û 467 pêketinên nû yên COVID-19 hatine tomar kirin.

Wezaretê herwiha ragihand ku girêdayî COVID-19 143 mirin çêbûne.

Hejmara bûyerên vîrusa korona li Tirkîyê di nav hefteyekê de ji du qatan zêdetir bûye jiber ku cureya omicron li wî welatî serdest bûye.

Wezîrê saxlemîyê Fahrettîn Koca ji ser Twitterê da zanîn ku hikûmet bo niha hizra sînorkirinên nû nake.

Koca bi berdewamî bang li welatîyan kir ku xwe vaksîn bikin û tedbîrên ewlehîyê xurt bikin.

“ Tevî jiber cureya omicron bûyerên COVID-19 zêde dibin jî, di rêjeyên dermankirina li nexweşxaneyan de bilindbûnek metirsîdar tuneye, " Koca got.

Hevdem, karbidestên Tirk ragihand ku dibistan wê vekirî bimînin.

Li Tirkîyê heya niha 130 mîlyon dozên vaksînên COVID-19 yên Sinovac Çînî û yên Pfizer- Biontechê hatine karanîn û prosesa karanîna vaksînên hêzker jî destpê kir.

Tirkîyê hefteya borî ragihand ku ewê demeke nêz de çêkirina vaksîna xwe ya neteweyî ya bi navê Turkovac temam bike.

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan gelek caran dîyar kiribşû ku hikûmeta wî wê vaksîna Turkovac bo seranserî cîhanê pêşkeş bike.

Lê, Enqereyê heta niha hîn di derbarê bandora vaksîna Turkovac yan jî encamên testên klînîkî eşkere nekiriye.

XS
SM
MD
LG