Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Em Efrînê Nadin Rejîma Esad


Leşkerên Tirkîyê li Efrînê
Leşkerên Tirkîyê li Efrînê

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Recep Akdag ji çapemenîya Almanya re ragihand ku ewê Efrînê nedin rêvebirîya Esad.

Akdag zanîn ku armanca wan ya sereke berevanîya Tirkîyê ye û ew welatê xwe ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diparêzin.

Akdag dîyar kir ku ewê herêmê di demeke kin de bidin destê gelê Sûrîyê.

Artêşa Tirkîyê û hin komên Artêşa Azad ya Sûrîyê di meha Adarê de Efrîn xistibûn bin kontrola xwe.

Li gor raportên sazîyên navneteweyî bi qasî 150,000 kes ji Efrînê derketine.

XS
SM
MD
LG