Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Beşa Yekê ya Sîstema S-400 Hat Enqerê


Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku S-400 yên ku wan ji Rûsya sitandine ketine hindurê welatê wan.

Wezareta ji malpera xwe ragihand ku wan beşa yekê ya S-400’an îro Înê derbazî Enqerê kirine.

Washingtonê dîyar kiribû ku ger Enqere S-400’an bistîne ewê bi toleyan re rû bi rû bimîne.

Pisporên sîyasetê didin zanîn ku dibe ku di ser re S-400’an girjîya di navbera Washington û Enqerê de gurtir bibe.

XS
SM
MD
LG