Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rikeberîya Tirkîyê Ser Zêdebûna Hejmara Pêketîyên Korona Erdogan Tawanbar Dike


Rikeberîya sereke ya Tirkîyê jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona serokomarê welêt Recep Tayyîp Erdogan rexne dike.

Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ji Twitterê da zanîn ku berpirsê zêdebûna pêketinên vîrusa korona Erdogan e.

Kiliçdaroglu di rexneya xwe de kongreyên qelebalix yên Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) bi bîr xist.

‘’Te zarar da aborîya gel ne bes bû, tu êdî dixwazî canê wan jî jê bistînî @RTErdogan. Tirkîye tije nexweş e.’’ Kiliçdaroglu nivîsî.

Kongreyên AKP’ê yên dihatin rexne kirin ji Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca jî hatibû pirsîn.

Koca dîyar kiribû ku ger ew kongre di rojevê de bimînin ewê kêrî kesî neyên.

Tirkîye di rojên dawî de bi hejmara pêketinên vîrusa korona rekorên xwe dişikîne.

Li gor agahîyên dawî yên Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê di 24 saetên dawî de 55,941 kes bi vîrusa korona ketine û 258 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG