Bankaya Navendî ya Tirkîyê îro Pêncşemê biryara dawî ya salê ya ser rêjeya faîzê ya nû eşkere kir.
Komîteya Polîtîkayên Diravî ya Banka Navendî (PPK) li gor ku dihat çaverêkin rêjeya faîzê 100 puanên bingehîn (yek puan) daxist û faîzê ya nû ji sedî 15'an daket 14'an.
Di daxuyanîya ser biryarê de hat dîyar kirin ku kêmkirina faîzê ya heyama bê temam bûye.
Hevdem , nirxê lîraya Tirkîyê îro li hember dolara Amerîkî careke din bi rengeki dîrokî daket.
Nirxl lîrayê ji % 2.9 daket û yek dolara Amerîkî heya 15.16 Lîrayê hat firotan.
Di vê salê de heya niha nirxê dolara Amerîkî li hember lîrayê du qat zêde bûye, ku aborî ya bazarê ya mezin ya Tirkîyê hejand.
Li Tirkîyê jiber ku enflasyon ji % 21' ê bilindtir bûye, bûdçeya welatîyan kêm dibe û fîkar zêde dibin.
Pispor gotara Bankaya Navendî Tirkîyê, ku dibêje zêdebûna enflasyonê demkî ye û armanca wê enflasyonê ya ji % 5 hatiye dîyar kirin, di heyama navîn de wekî hêviyeke xeyalî dinirxînin.