Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Heyetek Şand Rûsyayê


Piştî êrîşên esmanî yên hêzên Artêşa Sûrîye li ser îdlîbê zêde dibin, Tirkiye heyetek şand Rûsyayê.

Serokê heyetê Cîgirê Wezîrê Dervey yê Tirkiye Seddat Onal e. Di rojeva heyeta Tirk de mijarên Sûrîye, êrîşên li ser îdlîbê û pêleke nû ya penaberan, herwiha mijara Lîbyayê heye.

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyî Erdogan roja duşemê daxuyakirin 80 hezar kes ji îdlîbê ber bi sînorê Tirkiyê ve direvin û Tirkiye bi serêxwe nikare pêleke nû ya penaberan hilgire.

Li gorî Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) piştî êrîşên bi ser îdlîbê, ji roja pêşemê vir de 40 hezar kes malê xwe terikandine.

Tirkiye endamek NATOyê ye,lê jiber ku ji Rûsya mûşekên S400 send Komîteya Peywendîyên Derve yên Civata Senatoran bernivîsa toleyan ya dijî Tirkîyê pejirandibû.

XS
SM
MD
LG