Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Dijî Konsulxaneya Wê ya li Mûsilê Êrîş Hate Kirin


Polîsên Îraqli li pêş baltizxaneya Tirkîyê ya li Bexdayê (Arşîv)
Polîsên Îraqli li pêş baltizxaneya Tirkîyê ya li Bexdayê (Arşîv)

Wezareta Derve ya Tirkîyê bi daxûyanîyekê ragihand ku îro Çarşemê dijî konsulxaneya Tirkîyê ya li bajarê Mûsilê êrîşeke hatiye kirin, lê ti ziyanên canî çênebûne.

"Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û li bendê ne ku berpirsîyar demûdest werin derxistinê pêş dadmendîyê," wezareta Tirk got.

Karbidestekî ji Reutersê ragihand ku topên hawanê li nêzî avahîyê ketine.

Wezareta Tirk got ku ev êrîş dema ku civîna Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) didomî qewimî ku ser daxwaza Îraqê ser êrîşa hefteya borî ya hat kirin ku 9 kes hatibûn kuştin û 23 kesên din jî birîndar bûbûn.

Wezaretê anî ziman ku êrîşa ser konsulxaneya Tirkîyê di vê demê de hat ku ew bi neheqî hat tawanbar û armanc kirin.

"Em careke din banga xwe y abo karbidestên Îraqî re dubare dikin ku balê bikişînin ser têkoşîna dijî terorê û dawî li hebûna terorîstan ser axa xwe bînin," wezareta Tirk got:

Li gor du jêderên ewlekarîyê serê sibêha îro 4 topên hawanê li derdora avahîya konsulxaneya Tirk ketine.

Nûnerê Tirkîyê yê li NY Oncu Keçelî di civîna Konseya Ewlekariyê de got ku di dema civînê de gelek topên hawanê li nêzî konsolosxaneyê ketine.

Ser daxuyanîya Keçelî, wezîrê derve yê Îraqê Fuad Huseyîn jî ku di civînê de amade bûbû, got ku ger rast be ewê lêkolîneke berfireh bikin.

XS
SM
MD
LG