Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye bi Zêdebûna Pêketinên Korona re Rûbirû Maye


Tirkîye di demên dawî de bi zêdebûna pêketinên vîrusa korona re rûbirû maye.

Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê da zanîn ku rêjeya pozîtîfbûna testên vîrusa korona bilind bûye.

Li gor agahîyên wezaretê, di 21’ê Sibatê de rêjeya pozîtîfbûna testan 6,47 ji sedê bûye, lê ew rêje di 14’ê Nîsanê de rabûye 20,23 ji sedê.

Hikûmeta Tirkîyê hewil dide ku bi sînordarkirina derketina derve rê li ber belavbûna vîrusa korona bigire.

Bi tedbîrên dawî, vê hefteyê dê qedexeya derketina derve sibê Înê destpê bike û roja Duşemê bi dawî bibe.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê li Tirkîyê heta niha 4,4 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 36,975 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG