Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca bang li welatîyan kir ku vaksînên vîrusa korona li xwe bidin û bala xwe bidin ser pakbûn û tedbîrên mesafeyê.
Li gor agahîyên Wezareta Saxlemî yê Tirkîyê, roja Sêşemê li welêt 29,802 pêketinên vîrusa korona hatine tespît kirin ku ew ji 30’ê Nîsanê vir ve hejmara herî bilind ya rojane ye.
Ew agahî raber dikin ku li Tirkîyê roja Sêşemê 228 kesan bi vîrusa korona canên xwe ji dest dane.
Agahîyên ji dewletên li seranserê cîhanê raber dikin ku Tirkîye ji nîvê Tîrmehê vir ve bi rabûna rêjeya mirinên ji vîrusa korona, li Ewrupa û Rojhilata Navîn di nav welatên li herî pêş de ye.
Tirkîyê di mehên havînê de piranîya tedbîrên vîrusa korona rakiribûn û di rojên borî de dest bi perwerdeya rûbirû kiribû.
Rêvebirîya Enqerê, ji serê mehê vir ve ji mamosteyan testa PCR û bo çalakîyan jî karta vaksînê dixwaze.