Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Coats: Tirkîye Naxwaze Kurd li Rojhilata Navîn Pêşde Herin


Serokê Daîreya Îstixbarata Neteweyî ya Amerîka Dan Coats, li Komîsyona Îstixbaratê ya Senatoyê dîyar kir ku Tirkîye naxwaze Kurd li Rojhilata Navîn pêşde herin.

Coats da zanîn ku operasyona Tirkîyê ya dijî Efrînê, têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) zortir dike û hêzên Amerîkî dixe nav metirsîyê.

Coats dîyar kir ku tevî ku li hin herêmên Sûrîyê bûyerên tundûtûjîyê kêm bûne jî ewê di sala 2018’an de jî pevçûn bidomin.

Coats got ku zehmetîyên civakî û siyasî ji DAIŞ’ê re qadê firehtir dike û Îran jî vê yekê bo hêza xwe ya ser hêzên Îraqî mezintir bike dê bikar bîne.

XS
SM
MD
LG