Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûriyê Bo Gefên Tirkiyê Yên Êrîşkirina Ser Herêmên Wan Çi Dibêjin?


Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan roja 15 vê mehê careke din gef bi operasîoneke Serbazî li dijî herêmên li jêr Kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk HSD ê de nîşan da.

Di heman demê de wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu di gotareke xwe de diyar kir, ku dê metrisiyên ser Tirkiyê yên ji aliyê Sînorê Sûrîyê de derdikevin ji holê rakin.

Li alîyekî din, roja Şemîyê, artêşa Tirkî bi 30 topan devera Tilrifet ku derbiderên Efrînî lê hatine bicihkirin topran kir.

Derbarî mjarê de kolana Kurdî li bakur û rojhilatê Sûrîyê van gefan çawa dinirxîne.?

Mehmûd Qertmînî ji bajarê Qamişlo ye dibêje, ''Armanca Erdogan şer li herêmê derbixe û aramîya li herêmê têk bibe''.

Li aliyekî kurdên bajarê Qamişlo diyar dikin ku pêwistî bi yekrêziya niştecihên herêmî heye berî ku berjewendiyên Dewletan di ser berjewndiyên gelên herêmê re ye .''li gorî axaftinên wan''.

Hemwaltiyê bi navê Ebdullîlah Ebas dibêje, ''Divê xelkên herêmê yekbin hev biparêzin ji ber ku hêzên navdewletî guhdanê nadin rewşa wan''.

Êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên yên bi ser wê ve ser herêmên kurdan beriya niha hişte ku kîna kolana Kurdî li dijî Erdogan di asteke herî bilinde be.

Kalemêrê bi navê Îssa Silêman dibêje, ''Erdogan hez ji kesekî nake, armanca wî kuştin û tevliheviye'' .

Derbrî rola Rûsiya li herêmên Kurdan û heya çi rede bawerîya niştecihên herêmê bi Rûsan heye.

Hemwelatiyên bajarê Qamişlo diyar dikin ku Rûsîya alîgrê rêjîmê ye û berjewendiyên wê bi Tirkiyê re hene lewma bawerî ya wan bi Rûsiya yê nayê.

Şêniyê bi navê Ebdullselam Mihemed dibêje, ''ew ne bawerin ku Rûsiya biştgiriya Kurdan bike, heke Amerîka biştgiriyê neke dê newekhevî hebe di mêzêna hêza leşkerî de li herêmê ''.

Li aliyekî din hemwelatî diyar dikin ku Tirkiyê tu êrîşan pêk nayîne heke erênî ji Rûsiya û Amerîka yê negire.

Hêjayî bîrxistinêye ku gefên Tirkiyê piştî kûştina dû polîsên Tirk li herêma Ezazê ku dijêr kontrola artêşa Tirkiyê de ye, hatin ragihandin.

Li aliyekî din Navenda Ragihandina Hêzên Sûrîya Demokratîk HSD e roja 16 mehê bi daxweyaneiyeke fermî buhanyên Tirkiyê yên di darbêrê êrîşên HSDê li dijî hêzên Tirkiyê red kir.

HSD ê dizanîn ku hêzên ku ew pabendî peymanên agirbestêne û tu êrîş ji aliyê wan de pêk nehatine.

HSDê diyar kir ku di meha Îlonê de artêşa Tirkiyê 194 êrîş dijî herêmên Til Temir, Eyên Îssa, Minbc û Şehbayê pêka anî ye.

Raporta Qamîşlo 17 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:59 0:00

XS
SM
MD
LG