Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamana Tirkîyê Pêncşemê bi Rojeva Lîbyayê Dicive


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan destûrnameya Lîbyayê hinart parlamana Tirkîyê.

Ger destûrname were erê kirin, artêşa Tirkîye dikare jibo salekê leşkeran bişîne Lîbyayê.

Erdogan di destûrnameyê de ji parlamanteran re behsa alozîya li Lîbyayê kir.

"Ev jibo têkbirina êrîşên bi ser berjewendîyên Tirkîyê li Lîbya ye, jibo pêşîgirtina pêlên koçberî ye û bersîva daxwaza alîkarî ya hikûmeta Lihevkirina Netewî ya Lîbyayê."

Serokê Parlamana Tirkîyê Mustafa Şentop, jibo dîtina destûrnameyê banga awarte li Civata Giştî kir û li ber e parlaman, roja Pêncşemê bicive.

MHP û AKP piştigirîya pêşnîyara destûrnamê dikin, lê partîyên opozîsyonê CHP û HDP li dijî ne. Hejmara parlamanterên AKP’ê û MHP’ê têrî dengên erê dike.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG