Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berî Hilcivînê Peywendîya Tirkîye û NATO Tê Nîqaş Kirin


Hilcivîna NATO îro Çarşemê li Brukselê destpê dike. Hilcivîn li demeke ku Tirkîyê bi Rûsya re peywendîyên xwe xurt kirine û cîhê wî yê di tifaqa NATO de tê nîqaş kirin, rast tê.

Peywendîyên Tirk û Rûsan, di serdema Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan de him ji alîyê aborî ve him jî ji alîyê siyasî ve kûrtir bû.

Tirkîye û Rûsya, tevî Îranê bo ku şerê li Sûrîyê bi dawî bikin hevkarî kirin. Ji alîyê din ve NATO, jiber ku Enqerê biryar daye ku muşekên S-400 yên Rûs bistîne ketiye fikaran.

NATO dîyar dike ku jiber muşekên Rûs dibe ku bo ewlekarîya wan metirsî çêbibe.

Enqere dide zanîn ku ew girêdayî NATO dimîne û bo bazirganîyê û çareserkirina kêşeya Sûrîyê peywendîyê bi Tehran û Moskowê re çêdike.

Li ber e ku Serokê Amerîka Donald Trump û Erdogan jî li Hilcivîna NATO kom bibin. Her du rêber dê ser biryara sitandina muşekên S-400 yên Rûs û toleyên Amerîka yên dijî Îranê biaxifin.

Enqere hewil dide ku xwe ji toleyên nû yên dê di mehên pêş de destpê bikin biparêze.

Surîye jî di navbera hevalbendên NATO de yek ji mijarên girjîyê ye. Enqere ji Washingtonê dixwaze ku li Sûrîyê piştgirîya bo Kurdan berda, lê karbidestên Amerîkî didin zanîn ku Hêzên Sûrîya Demokratîk, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) têkoşîneke xurt dimeşîne.

XS
SM
MD
LG