Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Plana Baltik ya NATO Pejirand


Hilcivîna NATO ya ku li London ya paytexta Brîtanya du rojan dom kir, bi dawî bû.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg piştî hilcivînê axifî.

Stoltenberg dîyar kir ku Tirkîyê astenga li ber Plana Baltik ya NATO rakiriye û da zanîn ku wan li ser plana dewletên Baltik û Polonya li hev kirine.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berî Hilcivîna NATO gotibû ku ger NATO, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek ‘’rêxitineke terorê’’ nepejirîne ewê dijî Plana Baltikê derkevin.

Stoltenberg da zanîn ku hin hevalbendên NATO bo YPG’ê cuda difikirin û dîyar kir ku di danûstandinên roja Çarşemê de ew bi awayekî taybet ser YPG’ê neaxifîne.

Wî amaje kir ku hevalbendên NATO li hev kirine ku bo serketinên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) rîskan çênekin.

XS
SM
MD
LG