Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Ser Belavbûna Omicronê Hişyarîyê Dike


Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca
Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca

Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona hişyarî kir.

Koca da zanîn ku jiber cureya vîrusa korona ya bi navê Omicronê pêketin jinûve zêde bûne.

Li gor daxuyanîya Koca, di 24 saetên dawî de 32,176 kes bi vîrusa korona ketine ku ew li Tirkîyê ji 12’ê Cotmehê vir ve hejmara herî bilind e.

Koca da zanîn ku wan dema hejmara pêketinan daxistiye 20,000’î serketineke mezin bi dest xistiye û dîyar kir ku bo ew serketinê jinûvê bi dest xin divê ew baldar bin.

Wî bang li welatîyên Tirkîyê kir ku dijî belavbûna vîrusa korona vaksînên xurtker li xwe bidin.

XS
SM
MD
LG