Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê: Operasyoneke Nû Ne Hewce Ye


Wezareta Berevanî ya Tirkîyê piştî bidawîbûna agirbesta bo 5 rojan ragihand ku operasyoneke nû ne hewce ye.

Wezaretê da zanîn ku Amerîka ji wan re dîyar kiriye ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji herêma sînor vekişîyaye.

‘’Xêncî herêma me ya operasyonê, di vê qonaxê de operasyoneke nû hewce nake’’ Wezareta Berevanî ya Tirkîyê got.

Li gor daxuyanîya wezaretê, ‘’têkoşîna dijî terorê dê bidome’’ û Sûrîyên ku koç kirine ewê bi awayekî ewle li ‘’korîdora aştîyê’’ werin bi cîh kirin.

Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemê li Soçî hev kiribûn ku hêzên her du dewletan li herêma sînor ya Sûrîyê tev çerx bibin.

XS
SM
MD
LG